Mazhar Kara
Belê, her nivîskarek mekaneke wî yê taybet heye. Hin bajar hene ku di jiyana civakan de, her wiha û bêtir di jiyana nivîskaran de xwediyê ciyek taybetin. Hinek bajar hene ku, bi nivîskarên xwe, ramyar, zanyar û hostayên xwe yên navdar ve têne naskirinê. Hinek bajar jî hene kû bi xwezaya xwe, erdnîgara xwe, jiyana xwe ya civakî, bi çanda xwe ve ji nivîskararên xwe re dibe çavkaniya afirandinê, taybet ê çandî û hunerî. Hinek nivîskar tenê rastiyên bajarên xwe, rindî û delalliyên wî, êş û elemên wî, derd û kulên wî dinivîsin. Bi wan nivîsan jî li seranserê dinê deng vedidin. Navên wan û navê bajarên wana bi hev re têne ziman. Ew bi wê awayî bi hev, bi hev re têne naskirinê. Ku tu qala nivîskar bikî, bajar jî tê rojevê. Qala bajar jî bikî nivîskar tê navê rojevê.
Bajarê nivîskar, mekanê nivîskar ji bona wî girîng e. Lewra nivîskar ji bajarê xwe de, ji mekanê xwe de, ji hêlîna xwe de li dinyayê, li serpêhatiyên mirovatiyê temaşe dike. Li wir dikeve nava jiyana rojane. Li wir dixebite, li wir diweste, li wir dikeve, li wir radibe, li wir dikene, li wir digirî. Dilê wî bi agirên wî bajarî ve dipije. Zimanê wî li wir rengên gotinê dielime. Tema gotinê li wir bi ser zar û zimanê wî dikeve.
Fikir û ramanên nivîskar li mekanê wî, li bajarê wî dikemile. Ew li bajarê xwe perspektîfa xwe ya taybet pêktîne. Nivîsa wî bi rastiyên bajarê wî, mekanên wî, welatê wî dixemile. Zimanê nivîskar, şêweya nivîsa wî, kurahiya bîr û baweriyên wî, fikir û ramanên wî bi wan rastiyan ve dikemile. Belê, nîvîskar jî di pêvajoya nivîskariya xwe de dikemile. Bi kemilandina xwe re navê bajarê xwe jî dixemilîne. Gelek nivîskarên bi vî awayî hene ku li seranserê dinê navdarin jî. Weka nimûne; Franz Kafka û bajarê Pragê, Charles Dîckens û bajarê Londonê, Dostyoveskî û bajarê St. Peterbugê, Pablo Nerûda û bajarê Santiyagoyê, Ahmet Arîf û bajarê Diyarbekirê hwd.
BOZYEL TEMA NIVÎSA XWE JI KUÇÊN DIYARBEKIR HILÇINIYE
Nivîskar û siyasetmedarê hêja Bayram Bozyel jî qûça xwe li bajarê Diyarbekirê daniye. Ruhê nivîsa xwe, tema nivîsa xwe, rengên nivîsa xwe ya xwedî tem û adaneke taybet ji vê bajarê qedîm hilçiniye.
Bozyel li Diyarbekir ji dayîk bûye. Li wê bajarê qedîm, bajarê şairan zarokatiya xwe borandiye. Ciwanî ya xwe di nava rastiyên vî bajarî de, di nava agirê civakî yê li vî bajarî vêdiket de pijand, kemiland. Dilê wî û feraseta wî ya xwendin û nivîsandinê di nava wan firtoneyên di salê 1970yî de li seran serê dinê û di heman demê de li Diyarbekir û li Kurdistanê, bi pêlên xwe yên dijwar ve rastiyên jiyanê kuta û serû bin kir de hate ceribandinê û cebirandinê. Gelek têgehên hemdem, yên wêjeyî, felsefî û zanistî di wan demên ku li vî bajarî mêrxasî bi agir dihate ceribandinê ketine rojeva wî.
Evîna nivîskar û bajarê wî kûr e. Wî di dojeha salên 1990 de jî dest ji Diyarbekir nekişand, dev ji Diyarbekir berneda. Ew êdî, bi bîr û baweriyên xurt, bi têgihiştineke taybet ve siyasetê, pirsgirêkên civakî dinirxîne. Bi zimaneke zelal û herikbar, bi şêweyeke rasteqîn, ilmî û bi bingeheke felsefî ya xurt ve gotinên xwe dike rêzê.
BOZYEL ÊDÎ NIVÎSKAREK XWEDÎ MEKANEK TAYBET E
Ku nivîskar xwediyê mekaneke taybet, bajareke taybet be, bê şik di heman demê de ew xwediyê perspektîfeke taybet e jî. Ew perspektîfa taybet, hem tê mena gihîştina nivîskar û hin jî ya xemilandina mekanê wî, bajarê wî.
BAJAR WÎ DIXEMILÎNE Û EW JÎ BAJAR
Xwiya ye ku êdî Bayram Bozyel bi keda xwe ya hêja, bi berhemên xwe yên ji alî ziman û naverok de pêşketî ve “Bajarê Xeyalên Xwe” dixemilîne.
Zimanê pirtûka Bozyel a bi navê “Bajarê Xeyalên Min” bi kurdî ye. Bi Kurdiyeke zelal û herikbar hatiye nivîsandinê. Belê, taybetmendiyeke wê pirtîka Bozyel ev e. Lê ya qîmeta wê, bihayê wê zêdetir dike naveroka wê ya girîng e. Bozyel, bi “Bajarê Xeyalên Min” ve ronehiyeke balkêş dirijîne ser çil salên dawîn ên dîroka Diyarbekirê. Bi şeweyeke taybet, bi gotinên ji kuçên bajarê wî yê qedîm hilbijartî ve birînên Diyarbekirê, keserên wê, bedewiyên wê radixe pêş çavan.